Jin di xwepêşandanên li Îranê de serkêşiyê dikin

Li nava bajarên Îran û rojhilatê Kurdistanê dengê berxwedanê bilind dibe.
Di çalakiyên ku jin pêşengiya wê dikin de, rê tên girtin û wêneyên lîderên rejîma Îranê yek bi yek tên daxistin.
Ji bo rastiya li nava welat dernekev jî heta derengiya şevê xetên înternetê hatin qutkirin.

Tevî hêzek mezin û êrişa hêzên rejîma Îranê jî li bajarên mezin û biçûk yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandan û çalakiyên li dijî qetilkirina Jîna Emînî di roja şeşan de ye.

Heta direngiya şevê li bajar û bajarokên parêzgeha Sine, Urmiye, Kirmanşan û Îlam yên Rojhilatê Kurdistanê gel li qadan bûn.

Di xwepêşandanan de, jimar û rola jinan li pêş xuya dike.

Di encama êriş û gulebaranên polîsên rejîmê de gelek kes birîndarbûn û hatin qetilkirin.

Li gorî ajansên nuçeyan yên Rojhilatê Kurdistanê di xwepêşandanên pênc rojan yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de heta niha 11 kes hatine kuştin.

Her wiha hat diyarkirin ku bi sedan kes birîndar bûne.

Lê heta niha di derbarê jimara birîndaran de rêjeyek fermî nehatiye dayîn.

Li Tahran û bêtirî 80 bajar û bajarokên Îranê xwepêşandan pêk hatin

Heman demê de li paytext Tehran û zêdetirî 80 bajar û bajarokên Îranê jî xwepêşandan û çalakî bê navber berdewamin.

Xwepêşander bi diruşmeyên ‘Mirin ji bo diktator’ û ‘Mirin ji bo Xameynî’ dengê xwe bilind dikin.

Ji bo rê li hatûn çuna hêzên rejîmê bigirin kolan tejî kirine û bi ser hêzên rejîmê de çûn.

Xwepêşanderan êrişî çend xaniyên saziyên hikûmetê kirine û gelek baregeh, wesayît û motorên polîsên rejîmê şewitandine.

Rejîma Îranê ji bo rastî dernekeve xetên înternetê qut kir

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di dewamiya xwepêşandanan de gihiştina înternet û torên civakî yên weke înstagram û watsapê hatin sînordarkirin.

Ev yek di nava çavdêriyan de gumanan zêdekir ku Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi xwînrijandinek mezin a xwepêşanderan re ru bi ru ye.

Reîsî: Dosyaya bûyerê li ber lêkolînê ye

Serokomarê Îranê Reîsî di komcivîna li NY de li ser xwepêşandan û çalakiyên ji bo qetilkirina Jîna Emînî bê ku navê wê bêje axivî û got:

“Dosyaya bûyerê li ber lêkolînê ye.”

Xameneyî piştevaniya hêzên ewlekariyê kir

Rêberê Olî yê Komara Îslamî yê Îranê Elî Xamneyî di daxuyaniya xwe ya destpêkê de bi ti awayî qala qetilkirina keça Kurd Jîna Emînî nekir, tenê piştgiriya xwe ji hêzên ewlekariyê re nîşanda.

Porê jina Kurd êdî ala azadiyê ye

Back to top button