Roja Kobanê ya Cîhanî li seranserî herêmê hate pîrozkirin

Rêveberiy Xweser û Kongra Star Roja Kobanê ya Cîhanî pîroz kirin û ji bo parastina destketiyên şoreşê banga xurtkirina piştgiriya cîhanî kirin.
Li seranserî herêmê jî ev roj bi daxuyanî û çalakiyan hate pîrozkirin.
Xelkê herêmê diyar kir ku ew ê biruhê berxwedana Kobanê herêmên dagirkirî rizgar bikin.

Bi boneya rojê her wiha li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî çalakî hatin lidarxistin.

Meclîsên bajar, navçe û taxan yên Derîk, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, til Hemîs, Til Koçer, Minbic, Reqa, Tebqa û Helebê daxuyaniyan dan.

Her bajarekî çend sanî biherikîne

Di daxuyaniyan de fedakariyên şehîdan hate bibîranîn û hate gotin:

Berxwedana Kobanê ji bo çeteyên DAIŞ′ê û piştevanên wan derseke dîrokî bû.

Xelkê herêmê diyar kir ku ew ê bi heman ruhê berxwedan û têkoşînê herêmên dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine jî rizgar bikin.

Xelkê Kobanê bi şahiyekê 1’ê Mijdarê pîroz kirin

Li bajarê sembola vê rojê Kobanê jî li pêşiya avahiya Rêveberiya Xweser pîrozbahiyek hat lidarxistin.

Pîrozbahî bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re Azadî, ji pirsigrêka Kurd re çareseriya siyasî, pêk hat.

Di pîrozbahiyê de xelkê Kobanê ji bo parastina destkeftiyên şoreşê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, banga mezinkirina têkoşînê kir.

Back to top button