YPJ: Şoreşa Jin bi parastina Kobanê re bi nav û deng bû

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Meclisa Kongra Star serkeftina Kobanê li Rêber Apo û tevahî gelê azadîxwaz pîroz kirin û gotin: Pêşengtiya jinan hişt ku Kobanê bibe warê biryardarî û baweriya avakirina pergala Netewa Demokratîk.
Vê baweriyê hêz û hêviya tevahî cîhanê geş kir.

Roja Kobanê ya cîhanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi gelek daxuyanî û çalakiyan hat pîroz kirin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya rojê daxuyaniyek nivîskî weşand.

YPJ`ê hemû şehîdên berxwedana Kobanê bi bîr anîn û got:

Serkeftina Kobanê bi sekn û berxwedana neteweyî ya gelê Kurd ku bingeha xwe ji fikr û ramanên Rêber Abdullah Ocalan werdigire, hate bidestxistin.

Şoreşa Jin di kobanê de bi nav û deng bû û xwe belavî seranserê herêmên Bakûr-Rojhilatê Sûriyê kir.

Pêşengtiya jinan hişt ku Kobanê bibe warê biryardarî û baweriya avakirina pergala Netewa Demokratîk.

Vê baweriyê hêz û hêviya tevahî cîhanê geş kir.

YPJ`ê di dewama daxuyaniyê de balkişand ser êrîşên dewlete Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û wiha got:

Heman bajar îro rastî êrîşên dewleta Tirk a dagirker tê ku ji fikrê DAIŞ’ê tirsnaktir e.

Li hemberî vê yekê bêdengiya heyî erêkirina van êrîşan e.

Em bang li tevahî gelê xwe û hemû gelên cîhanê dikin xwedî li berxwedana kobanê derkevin.

Kongra Star: Serkeftina Kobanê serkeftina cîhanê ye

Bi heman armancê kongra Star daxuyaniyek da.

kongra Star di daxuyaniya xwe de diyar kir ku berxwedana dîrokî ya li kobanê li tevahî cîhanê belav bûye û got:

Bajarê Kobanê veguherî destaneke qehremaniyê ku wateya sekn û têkoşînê dihewîne.

Serkeftina kobanê, weke rizgariya gelan hatiye dîtin û serkeftina hemû cîhanê ye.

kongra Star diyar kir ku rizgarkirina herêmên dagirkirî weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêwîstî û girîngiyeke bi qasî girîngiya rizgarkirina Kobanê ye û wih domand:

Dewleta Tirk êrîşên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û bi vê yekê dixwaze DAIŞ’ê ji nû ve zindî bike.

Divê dewletên Navneteweyî ji bo parastina cîhanê ji terora DAIŞ’ê erk û berpirsyariya xwe bi cih bîne.

YPG: Kobanê bû goristana hişmendiya tarî ya DAIŞ’ê

Back to top button