Nexşerêya peymana AUKUS’ê eşkere bû

DYA, Îngilîstan û Awustralya hûrgiliyên projeya keştiyên nukleerî ya di çarçoveya AUKUS’ê de bi raya giştî re parve kirin. Çîn li dijî projeyê ye.

Serokê Amerîka Joe Biden, Serokwezîrê Awustralya Anthony Albanese û Sserokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak, di çarçoveya Peymana AUKUS de, li San Diego ya Kalîforniyayê civiyan.

Serokan piştî hevdîtinê daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniyê de nexşerêya ku ji bo Awustralya bibe xwedî noqîvanên nukleerî hate pejirandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin;

“SSN-AUKUS keştiya binavûdeng a nifşê nû wê bi kapasîteyên teknolojiya hevpar ên her sê welatan were hilberandin û Awûstralya û Îngilîstan wê bikar bînin.”

Amerîka 3 keştiyên noqîvan dide Awustralyayê

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku her du welat wê di nava 10 salan de ji bo avakirina SSN-AUKUS li kargehên keştiyên xwe yên navxweyî dest bi xebatê bikin.

Ji 2023’an ve personelên leşkerî û sivîl ên Awustralyayê li Amerîka Îngilîstanê perwerdeyên xwe dibînin.

Çîn ji peymana AUKUS’ê nerazî ye

Rêveberiya Pekînê li dijî peymanê bertek nîşan da.

Berdevka Wezareta Karê Derve ya Çînê Mao Ning ji rojnamevanan re got,

“Em bang li Amerîka, Brîtanya û Awustralya dikin ku ji Şerê Sar û zîhniyeta lîstika sifir derkevin, bi dilsozî sozên navneteweyî bicîh bînin.”

Mesrefa bernameya keştiyên binê avê ji bo Awusturalya heta 2055’an, tê texmînkirin ku 245 mîlyar dolar be.

Peymana AUKUS

Peymana “AUKUS” ku di warê teknolojiya keştiyên nukleerî de hevkariyê dike, di sala 2021’an de di navbera DYA, Îngilîstan û Awustralyayê de hatibû îmzekirin.

AUKUS kin kirina navê hersê welatan e.

Li gorî peymanê wê herî kêm 8 keştiyên binê deryayê yên bi hêza nukleerî li Awustralyayê bê çêkirin.

Ev keştî wê ji bo ewlekariya Hind-Pasîfîkê bê bikaranîn.

Piştî AUKUS, Awustralya wê bibe yekem welat ku berî bibe xwedî çekên nukleerî bûye xwedî keştiyên noqîvan yên nukleerî.

Ji hêla din ve, di Îlona 2021’an de, Awusturalya peymana 90 mîlyar dolarî ya Fransayê re ji bo çêkirina 12 keştiyên nukleerî yên noqîvan betal kir.

Betalkirina peymanê di navbera Fransa û Awustralyayê de bû sedema krîzê.

Fransa wekî bersivdayîna AUKUS balyozên xwe ji Canberra û Waşîngtonê vekişand.

Back to top button