Çalakgerên berxwedana 14’ê Tîrmehê li Rihayê hatin bibîranîn

Şehidên Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî bi merasîm û çalakiyan hatin bîbîranîn.
Di merasîman de hate gotin;
“Polîtikayên qirkirina gelê kurd a darbeya 12’ê Îlonê niha bi polîtikayên tecrîde ya li ser Rêber APO dewam dike.”
Her wiha yek ji berxwederê 14’ê Tîrmehê Alî Çîçek li ser gora xwe ya li Amedê hate bîranîn.

Çalakgerên Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê di salvegera 41’emîn de li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hatin bibîranîn.

Bi vê boneyê Komeleya 78’an a Rihayê li Baroya bajêr bernameya bîranînê li dar xist.

Di bernameya bîranînê de gelek endam û rêveberên sazî, rêxistin û partiyên siyasî ên Kurd cihê xwe girtin

“Polîtikayên qirkirina gelê Kurd bi tecrîde ya li ser Rêber Apo dewam dike”

Li wir Parlamentera Partiya Çepên Kesk Dîlan Kunt Ayan axivî û wiha got:

“Polîtikayên qirkirina gelê kurd a darbeya 12’ê Îlonê niha bi polîtikayên tecrîde ya li ser Rêber APO dewam dike.

Divê hemû civak li dijî tecrîdê bertek nîşan bide.”

Di bernameyê de her wiha şahidên çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tirmehê jî axivîn û bîranînên xwe anîn ziman. ,

Bername bi temaşekirina filmê “14’ê Tîrmehê” bi dawî bû.

Li bajarê Îzmîr, Mêrsîn û Edeneyê şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn

Her wiha li bajarên Tirkiyê Îzmîr, Mêrsîn û Edeneyê jî bi heman boneyê çalakî hatin lidarxistin

Li bajarên navborî ji bo berxwedêrên 14’ê Tîrmehê panel hatin lidarxistin û hatin bibîranîn.

Amed-ji berxwederên 14’ê Tîrmehê Alî Çîçek li ser gora xwe hat bîranîn

Li aliyekî din yek ji berxwederê 14’ê Tîrmehê Alî Çîçek li ser gora xwe hate bîranîn.

Komeleya 78’an a Amedê û şande siyasetmedaran ji bo merasima bîranîne berê xwe da Goristina Yenîkoyê ya Amedê.

Beriya bîranînê polîsan goristan dorpêç kir

Beriya bîranînê polîsan goristanê dorpêç kir û ketinên goristanê asteng kir.

Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Omer Ocalan û Ceylan Akça nerazîbûn nîşanî astengî û sepana polîsan dan.

Omer Ocalan: Heman zext û polîtîkayên dewleta Tirk li ser gorên wan jî dewam dike

Omer Ocalan diyar kir berxwederên 14’ê Tîrmehê ji bo azadiyê canê xwe dan, lê zilma dewleta Tirk a li dijî Kurdan li ser gorên wan jî dewam dike.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Omer Ocalan di dawiyê de soza şopandina riya şehîdan da û destnîşan kir ku ew ê têkoşîna wan bidomînin.

Sedat Akbay yek ji şahidên berxwedana 14’ê Tîrmehê ye

Back to top button