Di hilbijartina li Fasê de, lîberalan partiya îslamîst têk bir

Di hilbijartina li Fasê de, lîberalan partiyên îslamî têkbir. Partiya Dad û Rabûnê ya hevkarê mezin di avakirina hikumeta welat de bû, şikestinek giran xwar. Partiya ku weke AKP ya Fasê dihat dîtin, ji 125 kursiyan tenê karî 12 kursiyan bidest bixe.

Welatiyên Fasê ji bo avakirina hikumeta nû ya welat doh çûn ser sindoqan.

Partiya Adalet û Rabûnê (PJD) a Fasê, ku weke li Tirkiyê jê re ”Partiya Ampûlê” tê gotin, di hilbijartina 8’ê Îlonê de nekete rêza sêyan jî.

AKP ya Fasê li parlamentoyê nebû xwedî 12 kursiyan.

Li gorî encamên ku Wezareta Karê Navxwe ragihadî di hilbijartinê de Yekîtiya Serbixweyên Lîberal a Wezîrê Çandiniyê (RNI) Ezîz Ahannûş bi ser ket.

RNI ku jê re ”Partiya Kevokan” tê gotin, ji 395 kursiyên parlamentoyê bû xwedî 97 kursiyan.

Partiya Esîltiyê û Hevçaxiyê (PAM) ku ji RNI’yê re digot, ”Partiya Traktorê” bû xwedî 82 kursiyan.

Partiya Istiklalê ya kevintirîn partiya welate, bi girtina 78 kursiyan cihê xwe di rêza sêyemîn de girt.

Yekîtiya Hêzên Gel ên Sosyalîst kete rêza çaran, PJD jî tenê bû xwedî 8 kursiyan.

Ti partî nebû xwedî ew qas kursî ku bi serê xwe bikaribe hikûmetê ava bike.

Ji bo hikumeta nû pêwistî bi avakirina koalîsyonê tê dîtin.

Kral Mihemedê 6’an ji partiya serkeftî wê kesekî peywirdar bike da ku hikûmertê ava bike.

PJD’ê ji ‘tevgera 20’ê Sibatê” ku guhartiya Bihara Ereb a Fasê bû, sûd wergirtibû, di hilbijartinê de bi ser ketibû û bi serê xwe bûbû desthilat.

Bi Destûra Bingehîn a nû ya ku 2011’an li Fasê hate pejirandin, gelek hêzên qiral ji parlamento û hukûmet hatin veguheztin.

Lê, li hin deveran, bandora Padîşah Mihemed 6. dewam dike.

Back to top button