DI ROJA YEKEMÎN DE 144 ÊRÎŞÊN ESMANÎ PÊK HATIN

Piştî du saetan ji ragihandina agirbesta Rûsiye-Tirkiye li Idlibê careke din şer rû da.
Rejîma Sûrî bi piştevaniya balafirên Rûsiyayê li gundewarê Idlib û Hemayê 144 êrîşên asmanî pêk anîn.
Piştî bibinketina vê agirbestê, dewleta Tirk a dagirker ragihand ku ew nikarin bibêjin ev agirbesteke temam e, tevî ku agirbest bi sponseriya wê ye.

Roja yekê ji agirbesta Rûsiye-Tirkiye 114 êrîşên esîmaî û barandina 18 bermîlên teqemeniyê li pey xwe hiştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku rojên agirbestê ti cudahiya xwe ji rojên berî agirbestê tune ne.

Balafirên şer ên rejîmê herêmên gundewarê Idlib û hemayê, weke Kefer Zêta, Letamîne, Til Milih, balafirgeha Teftenaz, Xan Şêxon, Kefeir Nubil û Me’eret Nû’man bi zêdetirî 114 êrîşên esmanî bombebaran kirin.

Ev êrîş dîsan binketina agirbestên Pûtin- Erdogan eşkere dike û diyar dike ku êdî Erdogan di nava agirê xwe de yê ku li Idlibê gur kir dişewite.

Nemaze piştî ku Rejîmê nuqteyên artêşa dewleta Tirk a dagirker li Idlibê kirin hedef û di encam de 3 leşkerên Tirk birîndar bûn.

ÇAUŞOGLU: JI BO PÊKANÎNA AGIRBESTÊ EM Ê HER TIŞTÎ BIKIN

Ji bo wê jî Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, tevî ku Rûsiya diyar kiribû ku agirbest bi sponseriya Tirkiyê ye, duh ragihand ku em nikarin bibîjin ku agirbesteke temam li ser erdê pêk hatiye.

Çavuşoglu gef li rejîmê xwar û tekez kir ku ji bo pêkanîna agirbestê ew ê her tiştî bikin.

Girêdayî rewşa şer û encamên wê li Idlibê careke din Netewên Yekbûyî dilgiraniya xwe destnîşan kir.

NETEWÊN YEKBÛYÎ:
ZÊDETIRÎ 300 HEZAR KES JI IDLIBÊ BER BI SÎNORÊ TIRKIYÊ VE KOÇBER BÛNE

Berdevkê berdevkê giştî Yê NY Stîvan Dogarêk ragihand ku zêdetirî 300 hezar kes ji Bakur-Rojavayê Sûrîyê ber bi sînorê Tirkiyê ve koçber bûne.

Stîvan diyar kir ku tevî ragihandina agirbestê, lê şer û bombebaran hîn dewam e.

Beriya niha jî kordînatorê Karûbarên Mirovê yê Krîza Sûrî yê NY metirsiya xwe derbarê rewşa Idlibê de destnîşan kiribû û diyar kiribû eger şer wiha dewm bike, dê zêdetirî 2 milyon kes ber bi Tirkiyê ve koçber bibin.

Leave a Reply

Back to top button