ÇAWUŞOGLO: EM Ê HEMAN BERSIVÊ BIDIN EMERÎKAYÊ EGER CEZA LI ME BIRÎ

Xuya ye êdî çirûskên şerekî nêz wê li esmanê Rojhilata Navîn rû bide.
Vê carê ne Îran lê ji ber serê Tirkiyê ye.
Enqere li paş hêzeke veşartî êdî gefan li Amerîkayê dixwe.

 

Îro Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mewlut Çawuşoglo ragihand ku eger ceza li wan hatin birîn ew ê ranewestin û got:

Em ê heman bersivê li Amerîkayê vegerînin û bi ti awayî em ji pergala Rûsî venagerin.

Piştî vê axaftinê lîreya Tirkî yekser li beramberî dolar daket.

Berî niha Waşintonê hişyarî da Enqereyê ku ew ê Tirkiyê ji bernameya balafirên F-35 bi dûr bixe, eger ew ji kirîna pergala S-400 venegere.

Lê Amerîka weke gaveke destpêkê, perwerdekirina firokvanên Tirk a van balafiran rawetandin.

Duh serokê AKP’ê Erdogan jî der barê mijarê de axivîbû û hêviya vegera Amerîka ji vê biryarê anîbû ziman.

Leave a Reply

Back to top button