Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê berê xwe dan Qendîlê.
Wê li Qendîlê çalakiya Mertalên Zindî bidin destpêkirin.
https://rojnews.news/ku/kurdistan/ciwanen-basur-li-diji-dagirkeriya-tirk-bere-xwe-dan-qendile-32057
Ciwanên herêma Kerkûk, Silêmanî û Çemçemalê li Silêmanî kom bûn û wê bi beşdariya ciwanên Raperîn berê xwe bidin Qendîlê.
Ciwan bi coş û kelecaneke diçin Qendîlê.
Di karwana mertalên zindî de stranên berxwedana Zapê û berxwedana gerîla vedibêjin, danîne ser û sloganên li dijî dagirkeriyê tên gotin.
Ji derveyî ciwanên Başûr ciwanên Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê jî piştgirî didin ciwanên Başûr û di nava çalakiyê de cih digirin.
Piştî ku ciwan gihîştin Qendîlê wê daxuyaniyeke çapemeniyê derbarê armanc û bernameya çalakiya xwe de bidin û paşê jî wê li wir çadira mertalên zindî were vedan.