Cemîl Bayik ji ANF re axivî: Rêber Apo şerê azadiyê birêve dibe

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku şerê azadî û demokrasiyê yê Rêber Apor birêve dibe, rêjîma AKP-MHP’ê bihêrs dike û got:
Ji ber vê yekê hewl didin tecrîda giran a li Îmraliyê mayînde bikin.
Bayik Ferha Şiblî jî bi bîr anî û got;
Ew pêşengê Şoreşa Rojava û şerê têkbirina DAIŞ’ê bû.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, mijarên di rojeva gelê Kurd de ji bo Ajansa ANF nirxand.

Bayik diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Apo her diçe girantir dibe û got;

Bê goman sedemên vê yekê hene. AKP-MHP ji bo rêjîma xwe a faşîst dewam bikin, zextên li ser Rêber Apo dikin.

Ji ber ku rêbertiyê ev zext qebûl nekirin û rêya şerê azadî û demokrasiyê hilbijartiyê, tecrîda li ser tê girankirin.

Ji wan e ku ew ê bi vê tecrîdê îradeya Rêber Apo bişkînin. Lê eşkere ye ku wê ji vê siyaseta xwe ti encamê bidest nexin.

Cemîl bayik ji ANF re axivî: Gerîlla rê nade plana qirkirina gelê Kurd

Cemîl Bayik tevgera dagirkeriya ya li hemberî Zap, Avaşîn û Metînayê jî weke beşek ji siyaseta dirêjkirina temenên faşîma AKP-MHP binav kir û got;

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê şereke mezin heye,

Ji bo Tirkiyê ev şerê parastina desthilata faşîst e. Li gorî wan bi tinekirina tevgera PKK’ê ew ê karibin, qirkirina qelê Kurd temam bikin.

Li dijî vê planê, niha gerîllayên Kurdistanê li hemberî balafir û çekên kîmyewî bedena xwe kirine sîper û rûmeta gel diparêzin.

Cemîl Bayik ji ANF re axivî: Ferhad Şiblî pêşengê şoreşa Rojava bû

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê li ser êrişa balafirên Tirk ên li herêma Kelarê jî ev nixandin kir:

Di vê êrişê de pêşengê Şoreşa Rojava Ferhad Şiblî şehîd bû.

Ferhad Şiblî, hejam jiyana xwe fedayî doza azadiya gelê Kurd kiribû.

Yek ji pêşengên şerê li dijî DAIŞ’ê bû.

Ji vê rola wî, Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî xwedî lê derketin.

Back to top button