Palana alîkariyê ji ber vetoya Rûsyayê nehat dirêkirin

Doh Netweyên Yekbûyî bi armanca dirêjkirina dema derbaskirina alîkariya ji bo herêma Idlibê, kom bû.Lê daxwaza derbaskirina alîkariyan di deriyê Bab El Hawa, ji ber Vetoya Rûsyayê nehat dirêjkirin.

Endamên Konseya Ewlekariyê yên Neteweyên Yekbûyî mijara dirêjkina derbaskirina alîkariyê ji bo 12 mehên din, gotûbêj kirin.

Daxwaza dirêjkirina alîkariyê ji aliyê Norwêc û Îrlandayê hate amadekirin.

Lê dema dengdayînê, ji endamên daîmî yên konseyê, Rûsya ev daxwaza veto kir.

Endamê din Çîn jî bê helwest ma.

Bi vî awayî desteka Amerîka, Îngilîstan ê Fransa ji bo derbaskirina alîkariyê, bê encam ma.

Beriya dengdayînê, Rûsyayê pêşniyar kir ku derbaskirina alîkariyan tenê ji bo 6 mehan dirêj bibe û piştgirî ji bo xebatên avakirina Sûrî bêne kirin.

Lê ev pêşniya hate redkirin

Welatên Rojavayî yên li dijî pêşniyarê derketin dibêjin, heta aloziya li vî welatî çareser nebe, wê ti destekê nedin projeyên avakirinê.

Bi biryara vetoyê ya Rûsyayê, şeva Yekşmê wê dawî li derbaskirina alîkariyan ji bo herêma Idlibê were anîn.

Back to top button