Li herêmê bi nêzbûna Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê ku dikeve 25’ê Mijdarê çalakî hatin lidarxistin. Jinên Tebqa û Minbicê bi boneya 25’ê Mijdarê çalakî li dar xistin û bang li hemû jinên cîhanê kirin ku li hemberî zihniyeta baviksalarî û hemû cûreyên tundiyê dengê xwe bilind bikin û tekoşîna xwe mezintir bikin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan hatin destpêkirin.
Di vê çarçoveyê de, Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê çalakiyek protestoyî ya 5 deqan li dar xist.
Çalakî li goristana şehîdan a li rojavayê bajêr bi beşdariya bi dehan ji jin, endamên saziyên sivîl û dayîkên şehîdan hate lidarxistin.
Paşê daxuyanî hat dayîn û endama rêveber a Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê Nûr El Hefenî daxuyanî xwend.
Nûr daxuyakirin ku jinan di dîroka mirovahiyê de rastî gelek zulm, tûndî û bindestiyê hatin ku gelek caran doza rizgarkirina wan hate paşguhkirin.
Jinên Tebqayê: Em ê berxwedan û tekoşînê mezintir bikin
Nûr di dawiyê de diyar kir ku ji bo şikandina hemû qeyd û şêweyên dijberî jiyan û azadiya jinan ew ê asta berxwedan û tekoşînê mezintir bikin.
Jinên Minbicê banga têkoşîna hevpar li jinan kir
Her wiha Nivîsgeha Minibicê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya jî bi heman armancê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
Diyardeya şîdeta li ser jinê yek ji diyardeyên herî kevnar e ku mirovahiyê şahidî jê re kiriye.
Vê yekê ji aliyê fîzîkî û derûnî de gelek zirar daye jinan.
Ew diyardeyek cîhanî ye û tenê bi civakek an jî çandekê de sînordar namîne.”
Di dawiyê de Nivîsgeha Minbicê ya kombûna jinan bang li hemû jinên cîhanê kir ku tekoşîna xwe bikin yek û li dijî her cûre tundiyê bertek nîşan bidin.