Ji ber Tirkiyê, artêşa Lîbî rê li ber hatina “NY” digire

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê rê li ber hatine xebatkarên NY digire.

Berdevkê artêşê Ehmed Mismarî ragihand ku ew ê nehêlin şandeya NY balafirgeha Miêtîqayê bi kar bînin û got:

Ji ber Miêtîqa ji aliyê dewleta Tirk ve weke baregeheke leşkerî tê bikaranîn, em nikarin garantiya parastina we bikin.

Weke berdêl, Mismarî bikaranîna balafirgeha Misratayê da ber NY.

Ev daxuyanî piştî ya NY hat ku, Artêşê Niştimanî nahêle geştên wan ên hewayî pêk werin.

Konseya Ewlekariyê agirbest erê kir.Rrûsya bêalî ma

Duh jî, NY di Konseya Ewlekariyê de pêkanîna agirbestê bi 14 ji eslê 15 dengan erê kir, lê tenê Rûsya bêalî ma..

Nûnerê Rûsî li NY Nebenzya helwesta welatê xwe wiha anî ziman:

Hîna nehatiye zelalkirin ku hemû aliyên şer wê karibin biryarên Kongreya Berlînê pêk bînin an na.. ji lew re me deng neda.

Biryarên Kongreyê jî, agirbest, rawestandina destwerdana derve û qedexekirina çekan bûn.

Weke tê zanîn, berî vê kongreyê, yekem aliyê ku banga agirbestê kir, Rûsya bû.

Back to top button