”Gelê me dê bi rihê seferberiyê li qadan bin”

Endama Desteya Serokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif û jina Sûriyan Nûra Hinaa di mîtînga li Qamişlo de axivîn û gotin:” Dijmin bi çekên Kîmyawî nikare meşa me ya azadiyê rawestîne, bi ruhê seferberiyê ji bo azadî, rûmet û wekheviyê wê gelê me her tim li qadan bin û têkoşîna li kêleka gerîla geş bikin”.

Endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif di mîtînga herêma Cizîrê de axivî.

Foza Yûsif da xuyakirin ku kombûna bi sedhezaran gel li vê derê serî rakirina li dijî sucên dewleta Tirk e.

Foza Yûsif têkildarî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re jî ev bang kir.

Foza diyar kir ku gerîla vîna azad ya jinan temsîl dike.

Endama Desteya Serokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif ev peyam da dewleta Tirk a dagirker.

Bi navê pêkhateyên Sûriyan jî Nûra Hinaa axivî û bêdengiya navnetewî ya li dijî bikaranîna çekên kîmyawî û paşguhkirina sûcên dewleta Tirk a faşîst şermezar kir û got:  Wê gelên me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ruhê seferberiyê ji bo azadî, rûmet û wekheviyê, her tim li qadan bin.

Back to top button