Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sudanî ragihand ku wê li gorî yasayê hemû pirsgirêkên di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de werin çareserkirin.
Aloziya di navber Hewlêr û Bexdayê de dewam dikin..
Serokwezîêr Îraqê Mihemed Sudanî dema komcivîna li gel hinek çavdêrên siyasî li ser pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de axivî.
Serokwezîrê Îraqê: Em ji bo dîtina çareseriyê bi Hewlêrê re danûstandinê dikin
Sudanî aniye ziman ku eger li ser bûyîna sîwaneke herdemî ya destûrê li hev were kirin, dê hemû pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê çareser bibin.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Sudanî heman demê destnîşan kiriye ku li ser mijarê raste rast li gel berpirsên Hewlêrê di peywendiyan de ne.