Êrîşên dewleta Tirk ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin. Balafireke bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk îro li gundê Sinciqa Sadûn ê Amûdê êrîşeke pêk anî û di encamê de 3 welatî birîndar bûn. Li Minbicê jî dewelat Tirk û çeteyên wê gundê Ewn Dadat da ber topan.
Dewleta Tirk hema bêja her roj êrîşî deverên cuda ên herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dike.
Di van êrîşan de jî weke her carê welatî dibin qurban.
Îro dîsa balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker di saetên nîvro dek, li gundê Sinciqa Sadûn ê li başûrê navçeya Amûdê erebeyek kir hedef.
Di bombebarana dewleta Tirk de 3 welatî birîndar bûn
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ragihandin, di encama êrîşê de 3 welatî birîndar bûn..
Kesên birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya gel a bajarê Amûdê.
Hevserokê Meclisa Sinceqa Sadûn Mihemed Silêman jî êrîş şermezar kir û diyar kir ku ev êrîş hovîtiya dewleta tirk nîşan dide.
Dewleta Tirk û çeteyên wê gundên bakurê Minbicê topbaran kir
Li aliyê din Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarên bakurê Minbicê jî topbaran kirin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji baregeha xwe ya li gundê Toxar ê başûrê Cerablusê yê dagirkirî gundê Ewn Dadat ê bakurê Minbicê topbaran kirin.