PKK bi daxuyaniyekê şehîdên meha Mijdarê bi bîr anî

PKK’ê di malpera xwe ya fermî de şehidên meha Mijdarê bi daxuyaniyekê bi bîr anîn û got: “Şehîdên me yên leheng karîn meha Mijdarê bikin meheke berxwedanê ya hêjayî rastiya PKK’ê.”

PKK’ê di malpera xwe ya fermî de şehidên meha Mijdarê bi daxuyaniyekê bi bîr anîn..

PKK nêzbûna salvegera damezrandina partiya karkerên kurdistanê pîroz kir û got:

“Di sala 50’yemîn a Rêbertî û berxwedana lehengî ya gerîla li Zapê de, ev cejn bi coş û têkoşîneke zêdetir tê pêşwazîkirin.

PKK: Têkoşîna azadiyê her rojeke salê kiriye roja şehîdan

Partiya me PKK partiyeke Rêbertî û şehîdan e.

Vê têkoşîna azadiyê ya mezin her mehek e salê kiriye meha şehîdan û her roja wê kiriye roja şehîdan.

Meha Mijdarê ku meha partiya me ye, her roja wê jî wisa ye. ”

PKK: Gelê me û dostên xwe divê li dora berxwedana gerîla bibin yek

PKK’ê di daxuyaniya xwe de Fermandar û şervanên HPG û YJA-Starê ku 7 meh in li qadên berxwedanê li ber xwe didin bibîr anîn û got: “Bi bilindkirina ruh û hişmendiya Apoyî destanên lehengiyê yên herî mezin û watedar di dîrokê de tên nivîsandin.

Em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên demokrat dikin ku li dora berxwedana gerîla bibin yek û têkoşîna li dijî çekên kîmyewî û yên nukleer ên taktîkî hîn mezintir bikin.”

Back to top button