Parlamentereke HDP’ê: Eger CPT di rapora xwe de rast be divê gavên şênber bavêje

Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir eger CPT di rapora xwe de rast be, divê gavên şênber ji bo dawîanîna tecrîdê bavêje.

Parlamenter Gulistan derbarê tecrîda li ser Rêberê Ocalan û rapora ku Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê (CPT) eşkere kir axivî û got:

“Yekîtiya Ewropayê, Konseya Ewropayê û CPT di mijara Pirsgirêka Kurd de durû tev digerin.

Saziyên li Ewropayê li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan çavê xwe digirin, bêdengin û tiştekî nakin.

Rapora CPT’yê girîng e, lê divê berdewama vê raporê bê.

Eger CPT di rapora xwe de rast be, divê gavên şênber ji bo dawîanîna tecrîdê bavêje.”

Her wiha Parlamentera HDP’ê da zanîn ku sedema qeyrana aborî û civakî ya li Tirkiyê berdewamkirina polîtîkayên ewlehiyê yên di Pirsgirêka Kurd û tecrîdê ne.

Gulistan diyar kir ku eger dewleta Tirk bixwaze ji vê rewşê derkeve, divê tecrîda li ser Rêber Ocalan rake.

Back to top button