4 çekdarên rûveşartî êrîşî avahiya Şaredariya Bajarokê Teyana ya rojhilatê Dêra Zorê kir û hevşaredarê wê kuştin.
Hat gotin, çekdaran bi gefa çekê karmendên şaredariyê li cihekî kom kirin û pirsa hevşaredar Sekat Ebû Eymen kirin.
Dema Ebû Eymen nas kirin, ew li ser çongan danîn û li pêşiya hemû karmendan 4 gule berdan serî wî û ew kuştin.
Koma çekdar piştî sûc pêk anî, reviya.