Li Erebistana Siûdî şêwirmendên ewlehiyê yên neteweyî û nûnerên gelek dewletan bi civînekê krîza Ukraynayê nîqaş dikin.
Serokê Ukrayna Volodymyr Zelensky ji ber civînê keyfxweşe.
Volodymyr Zelensky ji ber derfetdayîna ji bo danûstandinên li ser welatê wî, spasiya Erebistana Siûdî kir.
Zelensky got:
Civîna li Cedayê, ji ber ku çarenûsa bi milyonan mirovên li Afrîka, Asya û herêmên din eleqedar dike girîng e.
Dê şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Koşka Spî ya DYA’yê Jake Sullivan jî di beşdarî civînê bibe û nûnertiya serokê DYA’yê bike.
Hate diyarkirin li gel wî hêviyên nêzîkbûna di navbera Erebistana Siûdî û Îsraîlê hene.
Kremlîn: Em ê civîna li Erebîstana Siûdî ji nêz ve bişopînin
Koşka Kremlînê berî niha ragihandibû ku wê di civînê de amade nebe.
Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov diyar kiribû ku ew ê civînê ji nêz ve bişopînin.
Li kêleka wê Çîn wê di civînê de cihê xwe bigre.



