QSD encamnameya êrişên meha Tîrmehê eşkere kir

Hêzên Sûriya Demokratîk eşkere kir ku di meha tîrmehê de, dagirkeriya Tirk bêtirî 550 carî herêm topbaran kiriye û 10 caran jî balafir bi kar anîne.
Di encamê de, 10 şehîd û 14 birîndar çêbûne.
QSD’ê got ku dagirkeriya Tirk di vê mehê de gelek caran pê li qanûnên navdewletî kiriye û li Efrînê jî /44/ kes revandine û çeteyekî jî dest avêtiye keçeke 13 salî.
Her wekî, goristaneke Êzidyan li Efrînê tev wêran kiriye û kevir li ser kevir nehiştiye.

Di meha tîrmehê de, dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete pêla êriş û binpêkirina mafên mirovan, li Bakur û Rojhilatê Sûrî bilind kiriye.

Hêzên Sûriya Demokratîk encamnameya meha tîrmehê belav kir û eşkere kir ku dewleta Tirk li Şehba, Hesekê û gundewerên Reqayê, /556/ caran bi tank û topavêjan milkên welatîyan û gundên wan topbaran kirine.

QSD’ê diyar kir ku 58 caran qada esmanî hatiye binpêkirin û /10/ êrişên esmanî pêk anîne.

Di encama van êrişan de, 8 şervan, endamekî Asayîşê û sivîlek şehîd bûne, her wekî 12 şervan û 2 sivîl jî birîndar bûne.

Li tenişta vê yekê, li herêmên ku di bin dagirkeriya Tirk de ne, bi dehên binpêkirinan derheqê şêniyên resen, şûnwar û deverên olî de pêk hatin.

Li gor wê, /44/ kes di nav de, /3/ jin û /2/ zarok hatin revandin, her wekî çeteyekî bi navê “Mihemed Cuma” li Efrînê dest avêt keçeke 13 salî ya bi navê Henîfe Mele Mihemed.

Dagirkeriya Tirk ji bo guhertina demografiya Efrînê /5/ mêtingehên nû di mehekê de ava kirin, di heman wextê de, li gundê Qestel Cindo jî goristana “Şêx Hemîd” a Êzidyan tev wêran kir.

Hêzên Sûriya Demokratîk di rapora xwe qala qutkirina ava stasyona Elokê jî kir û got ku dagirkeriya Tirk bi rengekî dorveger tekane çavkaniya avê ji ser milyonek şêniyên Hesekê dibire û di vê germê de, pir zehmetiyan dikşînin.

Back to top button