Meclisa Kantona Hesekê: Dawî li vî sûcî bînin

Dewleta Tirk ji dema dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî bi dehên caran av li ser Hesekê qut kiriye.
Meclisa Kantona Hesekê îro derbarê mijarê de daxuyaniyek da û banga dawîanîna vî sûcî kir.

Meclisê di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman:

”Bi dehan car dewleta Tirk stasyona Elok daye rawestandin û zêdeyî milyonek û nîv kes bê av dihêle.

Ev zêdeyî mehekê ye xelkê deverê bê av in. Qutkirina avê sûcekî li dijî mirovahiyê ye.

Tirkiyê bi vî sûcî dixwaze xelkê herêmê bide koçberkirin û Projeya Neteweya Demokratîk têk bibe.”

Meclisa Kantona Hesekê diyar kir ku dewleta Tirk li gor li hevkirinê tevnagere, wan heta niha ti carî kehrebe ji ser stasyonê qut nekirine, lê ew stasona avê didin rawestandin û avê qut dikin.

Meclisê da zanîn ku bêdengiya cîhanê ya li hember vî sûcî hevkariya wan a pêre dide nîşan dan.

Dawiyê Meclisê bang li Civaka Navneteweyî û Rûsiya kir ku bi lez destwerdanê bikin û dawî li vî sûcî bînin.

Back to top button