Kombûna Jinan a Zenûbya formekê li Reqa dewam dike

Li her cihî Rêxistinên jinan û tayîbet li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ji bo azadiya Rêber Apo di nava kar de ne.
Kombûna Jinan a Zenûbya bi dirûşma “Bi rihê neteweya demokratîk em azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin jin, jiyan û azadî” komxebata Jinan li Reqayê li darxist.

Kombûna Jinan a Zenûbya û rêxistinên jinan ên herêmên Rizgarkirî bi dirûşma “Bi rihê neteweya demokratîk em azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin; jin, jiyan û azadî” komxebatek li Reqayê darxist.

Komxebat di çarçoveya pêngava cîhanî ya bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” pêk hat.

250 kesayet û endamên rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nûnerên partiyên siyasî di komxebatê de amade bûn.

Destpêkê berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûd El Îsa axivî û got:

Em jinên Sûrî bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dijîn.

Em teqez dikin ku em ê bi rihê feslefeya Jin, Jiyan, Azadî bixebitin da ku projeya xwe biparêzin û Rêbertiya xwe azad bikin.

Di komxebata jinan de, “Xwişk û biratiya gelan”, “Jinelojî, Jin, Jiyan, Azadî, Çand û exlaq, Erdîngarî û têgeha eşîran hatin nîqaşkirin.

Back to top button