Wela Ebdullah: Nekarîn ramanên Ocalan asteng bikin

Lêkolînera ji Misirê Wela Ebdullah Komploya Navnetewî ya li dijî Rêber Apo şermezar kir û diyar kir ku tevî derbasbûna salên dirêj jî lê komplo nikarî pêşî li belavbûna fikir û îdeolojiya rêber Apo têkoşîna PKK’ê bigire.

Lêkolînera zanistên siyasî ya ji Misirê Wela Ebdullah derbarê komploya navnetewî û paradigma Rêber Apo ku li cihanê belav bûye nirxandin kir.

Wela Ebdullah da zanîn ku Rêber Ocalan tevî hemû polîtîka û hewldanên dûrxistina wî ji gelê wî jî karîbû bibe sembola herî girîng û sereke ya gelê Kurd û got:

PKK bi ramana Ocalan gelek watedar bû.

Rêber Ocalan dikarîbû dozeke bêhempa bi PKK’ê re ku li ser bingehên xurt ava kir, pêk bîne.

Ji ber vê yekê, her çendî hemû hêzên navneteweyî di sala 1999’an de bi komployeke navneteweyî ji bo girtina rêber Ocalan hevkarî kiribin, nikarîbûn îradeya wî bişkînin.

Lêkolînera ji Misirê diyar kir ku armanc ji tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan ew bû ku bandor û fikirê wî ji holê rakin û wiha bi lêv kir.

Tevî hemû şêweyên ragihandina navneteweyî ya têkildarî mafên mirovan û parastina wan jî, lê rêber Ocalan ev çend sal e di girtîgeha Îmraliyê de rastî tecrîdê tê.

Ev jî tekez dike ku ev civata navneteweyî ji bilî civata berjewendiyan ne tiştekî din e.

Back to top button