KCK: Sefîrê Tirk li xwe mukir hat ku wan Nagîhan Akarsel kuştin e

Beriya çend rojan, sefîrê dewleta Tirk yê Bexdayê Alî Riza Guney li Hewlêrê bi Barzanîyan re civiya. Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê derbarê vê serdanê de diyar kir ku Sefîrê Bilind ê Tirk ê kuştina Endama Akamdeiya Jineolojiyê Nagihan Akarsel, qebûl kir.

KCK’ê diyar kir ku dewleta Tirk ji derveyî sînorên xwe, bi rêbazên mafya-çete bêyî ku hiqûq û qanûna nas bike, her tiştî dike û got: “Dewleta Tirk ji kirîn û firotina pereyê reş heta bi bazirganiya tiryakê û pêkanîna qetlîaman xwedî nasnameyeke qirêj e.

Sefîrê Bilind ê Tirkiyê yê Bexdayê ev rastiya ku tê zanîn, bi nasnameya xwe yê fermî girt ser xwe û mikurhat ku qetlîamên li Iraq/Başûrê Kurdistanê wan pêk anîne û ew ê bidomînin.”

Komîteya Derve ya KCK’ê bang li NY’ê, hikûmeta Bexda û Hewlêrê, PDK, YNK û Goran û partiyên siyasî kir ku derbarê mijarê de bikevin tevgerê.

Back to top button