Mihemed Emîn Pênciwênî: Hikumeta Iraqê nû bawer kiriye ku armanca Tirkiyê ne PKK ye

Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pênciwênî der barê dagirekriya dewleta Tirk a li Başûrê KUrdistanê û Iraqê de dibêjje:
“Hikûmeta Iraqê nû ketiye ferqa xeteriya dagirkeriya dewleta Tirk.
Me digot armanca Tirkiyê ne PKK ye, dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye.”
Pênciwînî dagirkeriya dewleta Tirk bi xeteriyeke mezin pênase kir.

Der barê rewşa dawî ya Iraq û Başûrê Kurdistanê de siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pênciwênî nirxandin kir.

Mihemed Emîn Pênciwênî destpêka nirxandina xwe behsa dagirkeriya Tirk a li Başûrê Kurdistanê û Iraqê kir û ev got:

“Tişta berî 5 salan me got, îro Iraq nû bawer dike.

Me digot armanca Tirkiyê ne PKK ye.

Armanc dagirkirina Başûrê Kurdistanê, dagirkirina Mûsil û Kerkûkê ye.

Wezîrê Derve yê Iraqê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dewleta Tirk weke dagirker pênase kir û xuya ye nû ketine ferqa plana Tirkiyê.

Niha beşek ji axa Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, ev xeteriyeke mezin e.”

Mihemd Emîn Pêncwênî: Wê di demeke nêz de li Iraqê şerek rû bide

Mihemd Emîn Pêncwênî da zanîn ku bingeha şerê li Başûrê Iraqê destwerdana Tirkiye, Îran û Amerîkayê ye.

Pêncwênî pêşbînî kir ku di demeke nêz de li Iraqê şerek derkeve û da zanîn dewleta Tirk wê hewl bide xeta Musil û Kerkûkê dagir bike.

Li ser aloziyên dawî yên li Iraqê der barê avakirina hikumeta nû jî Mihemed Emîn Pêncewînî ev nirxandin kir:

Ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan, pêkanîna Destûreke Bingehîn e.

A ji bo Iraqê herî baş ew e ku divê Şîe di nava xwe de li hev bikin.

Kurd di nava xwe de li hev bikin.

Li nava Sûneyan jî nakokî hene, lê bi saya welatên Ereban û Siûdiye hinek din xwe rêxistin kirine.

Eger ev hemû li hev bikin û hikumeta li ser van aliyan bê parvekirin, dibe di nava çend salan de hikûmetek bê avakirin.

Back to top button