QSD’ê nasnameya 2 şervanan eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 2 şervanên ku li Til Temirê Şehîd bûn eşkere kir.

QSD’ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina riya şehîdan nû kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya du şervanan ku di berxwedana rûmetê de şehîd bûne eşkere kir.

QSD’ê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûrî dewam dike.

QSD’ê anî ziman ku şervanan li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Til Temirê berxwedanek bêhempa dan meşandin.

Di encama êrîşan de 2 şervan piştî berxwedaneke dîrokî gihaştin asta şehadetê.

QSD’ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina riya şehîdan nû kir.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne,

Nasnav: Argeş Hesekê

Nav û Paşnav: Hesen Abid Mistefa

Cih û Dîroka Şehadetê: 16 Nîsan 2020 – Til Temir

Nasnav: Dijwar Gever

Nav û Paşnav: Burhan Yorgun

Cih û Dîroka Şehadetê:16 Nîsan 2020 – Til Temir

Back to top button