Almanya, Fransa û Îtalyayê banga agirbestekê li Lîbyayê kirin

Almanya, Fransa û Îtalyayê bi dawuyaniyeke hevpar banga agirbestekê li Lîbyayê kirin

Wezîrên Derve yên Almanya, Fransa û Îtalya û dîplomatên Yekîtiya Ewropayê bi daxuyaniyekê hevpar banga agirbestekê li Lîbyayê kirin.

Di daxuyaniyê de, bang li hemû aliyan hat kirin ku ji bo agirbesteke rasteqîn pêk were, dest bi danûstandinan bikin.

Çavdêriya Sûrî Mafên Mirovan jî, îro teqez kir ku heta niha 7 hezar û 400 çete ji Sûriyê bi riya dewleta Tirk gihane Lîbyayê, ji wan 223 çete hatine kuşitn.

Back to top button