Gundên Şehba û derdora Til Rifet hat topbarankirin

Artêşa Tirk vê sibehê gundên Şehba, Zirgan û derdora Til Rifetê topbaran kir.

Îro dîsa artêşa Tirk gundê Esediyê yê navçeya Zirganê bi dijwarî topbaran kir.

Beriya wê jî heman artêşê derdora navçeya Til Rifetê jî da ber topan.

Herêma navbera gundên Um Hoş û Til Qerahê yên Şehbayê de jî bi çekên giran kirin armanc.

Doh jî artêşa Tirk bi dronan li Eyn Îsayê erebeyek bombebaran kir.

Di vê êrişê de 4 endamên hêzên Ewlekariya Hundirîn ku berê wan li Kampa penaberên Girê Spî bû, şehîd bûn.

22’ê mehê jî li Qamilşlo 3 fermandarên YPJ’ê di êrişa balafireke Tirkiyê de şehîd bûn.

Back to top button