Berxwedana li girtîgehan 90 roj in dewam dike

90 roj in, girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê li girtîgehên Tirkiyê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan alakiya greva birçîbûnê didomînin.
Çalakiya piştgiriyê ya li Mexmûrê jî 69 roj, li pey xwe hişt.
Çalaiyên li kurdistan û derveyî welat yên li tecrîdê jî dewam dikin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020’î de li girtîgehên Tirkiyê û herêmê hatibû destpêkirin didome.

Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi dewirgirtina koma 18’emîn di roja 90’î de ye.

Çalakiya li wargeha Mexmûrê di roja 69’an de ye

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî çalakiya greva birçîbûnê, di roja 69’emîn de bi dewrgirtina koma 35’emîn didome.

Di vê çarçoveyê de çalakvan Cîhan Kaplan çalakiya li zindanan silav kir û soza dewamkirina berxwedanê da.

Li Amedê çalakiya rûniştinê pêk hat

Li aliyê din ji bo balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê, li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê ya Amedê her hefte daxuyanî tê dayin.

Çalakiya vê hefteyê bi pêşengiya Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) pêk tê.

Endamên HDP, DBP û TJA jî piştgirî dan çalakiyê.

Beriya daxuyanî bê dayin, polîsan dor li Parkê girtin.

Li ser vê yekê, girseya gel bi 2 koman li qadê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Li Frankfûrtê çalakkiya ‘Azadî ji Rêber Apo re’ dewam dike

Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê, pêkhateyên meclîsa FCDK/KAWA, doh dest bi çalakiya ‘Azadî ji Rêber Apo’ re kirin.

Di roja destpêkê ya çalakiya rûniştinê de komek ji 30 kesî, ji bajarên Frankfûrt, Gîessen, Mannheîm, Maînz, Darmstadt û  Saarbruckenê amade bûn.

Di roja 2’emîn de jî pêkhateyên meclîsên bajarên navborî çalakî dewr girtin.

Kesên li qada çalakiyê axivîn gotin: “Dem dema azadiya Rêber Apo ye.”

Çalakî wê heta 27’ê Sibatê dewam bike.

Pirtûkxaneya Abdullah Ocalan a gerok rastî eleqeyeke mezin tê

Pirtûkxaneya Abdullah Ocalan a gerok ku raman, têkoşîn û mercên giran ên tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan tîne ziman, li bajarê Darmstad a Elmanyayê bû.

Pirtûkxane rastî elaqeyeke mezin hat, pirtûk û broşurên ku ramanê Rêber Apo vedibêje hatin belavkirin.

Her wiha li ser tecrîdê jî welatiyên serdana pirtûkxaneyê kirin, hatin agahdarkirin.

Back to top button