HPG: Li Dêrsim û Metînayê 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê ji bakur heta başûrê Kurdistanê bi çalakiyên bi bandor derb li ser derbê li artêşa Tirk a dagirker didin. Artêşa Tirk ji ber çalakiyên gerîla yên ji hewayî û bejahî rojane windahiyên mezin dide.
HPG’ê ragihand li Dêrsim û Metînayê 8 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

Li bakur û başûrê Kurdistanê di navbera Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û artêşa Tirk a dagirker de şerên giran diqewimin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser şer û çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Hat diyar kirin di çarçoveya pêngava ‘dem dema azadiyê ye’ ji bejahî û hewayî çalakîyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk dewam dikin.

HPG’ê da zanîn 9’ê Gulanê li Dêrsimê ji bo bîranîna fermandarên gerîla Zîn Avesta û Yilmaz Dersim çalakî hatin lidarxistin.

Hat diyar kirin di vê çalakiya hêzên gerîla ya li navçeya Xozad a Dersimê de li yekîneyên artêşa Tirk hate xistin û di encamê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal 9 û 10’ê Gulanê li herêma Metîna ji hewayê ve bi awayekî serketî li dagirkerên li ser Girê Zendûra xistin.

HPG’ê di çarçoveya ‘Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûrê de jî ev agahî parve kir,

“9’ê Gulanê li ser Girê Şehîd Çiya ya qada derarê a Metînayê hêzên gerîla li dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de 6 dagirker hatin kuştin.

Di vî şerê giran de hevrêyên me Çekdar û Kûrtay bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

9’ê Gulanê qada Meyrokê a herêma Garê bi balafirên şer 7 caran hate bombebarankirin. Di vê bombebaranê de hevrêyê me Çiya şehîd bû.”

HPG’ê diyar kir êrîşên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî dewam dikin.

HPG’ê da zanîn 9 û 10’ê Gulanê herêmên Metîna, Zendûra, Avaşîn, Mamreşo û Zap bi balafirên şer, Helîkopter û hawanan hatin bombebarankirin.

Hat diyar kirin ji ber bombebaranê tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Back to top button