Bi nêzîkbûna Cejina Remezanê hêzên Ewlekariya Hundirîn hin tedbîrên ewlekariyê girtin.
Îro Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê tedbîrên ku ji bo Cejina Remezanê hatine girtin eşkere kir.
Tedbîrên ku hatine girtin wiha ne:
1- Tevgera erebeyên barkêş û sehrîcan ji saet 1’ê êvarê a roja 12’ê Gulanê heta 12’ê êvarê a roja 13’ê gulanê qedexe ye.
2- Tevgera hemû cureyên motosiklêtan tevî yên leşkerî , ji saet 6’ê sibê a roja 12’ê gulanê heta 5’ê esrê a roja 15’ê Gulanê qedexe ye.
3- Hemû dergeh li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 12 û15’ê gulanê tên girtin.
4- Qedexe ye ku gule ji hêla hemû hêzên leşkerî, ewlehî û şêniyan, ji derveyî zagon û rewşên ku rê didin vê yekê, bêne avêtin.