Buroya têkiliyan ya Asayîşê ji bo çareseriya pirsgirêkan komîteyek ji 5 kesan ava kir

Buroya Têkiliyan ya Asayîşê ya Herêma Cizîrê ji bo nîqaş kirin û çarseriya pirsgirêkên li herêmê îro bi şêx, oldar, serokeşirên herêmê re civînek pêk anî.

Di civînê de serokeşirên herêmê piştgiriya xwe bi hêzên ewlehiyê re anîn ziman.

Li dijî hewildanên tevliheviyên li dijî pêkhateyên heremê destnîşankirin ku ewê heta dawî xwedî pergala Rêveberiya xweser derkevin.

Her wiha hin serok eşîran jî pirsgirêkên ewlehiyê, yên rêvebirinê ku di nav saziyan de derdikevin anîn ziman rexnekirin.

Yek jî rêveberê Buroya Têkiliyan a Herêma Cizîrê Dewran Haşimî jî diyar kir ew dixwazin bi alîkariya civakê pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Dewran Haşimî dazanîn ku di encama civînê de komîteyek ku 5 kesan pêktê li ser navê eşîrên herêm ku bikaribe pirsgirêkên civakê çareser bikin hatiye avakirin.

Back to top button