YPG’ê nasnameya şervanekî xwe yê şehîd eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), bi daxuyaniyê nasnameya Şervanê xwe Ebdilrehman Kîlo (Qehreman Şiyê) ku di 12’ê Kanûnê de ji ber nexweşiyê şehîd bûye, eşkere kir.

YPG’ê li ser kesayet û têkoşîna şehîd Qehreman Şiyê ev yek di daxuyaniyê de got:

“Rêheval Qehreman sala 1980’î li navçeya Şiyê a Efrînê ji dayîk bûye û bavê 5 zarokan bû.

Gelê me yê Efrînê bi çanda welatparêziyê tê nasîn û bi axa xwe ve girêdayî ye.

Ji bo parastina nirxên şoreşê di serî de jin û xortên ciwan û her mirovên xwedî rûmet tevlî refên azadiyê bûn.

Yek ji wan jî rêheval Qehreman e ku piştî dagirkirina Efrînê berê xwe da nav refên hêzên me li bajarê Helebê.”

YPG’ê ji malbata şehîd re sersaxî xwest û soza şopandina riya hemû şehîdan da.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Qehreman Şiyê

Nav û Paşnav: Ebdirehman Kîlo

Navê Dayikê: Salha

Navê Bav: Hisên

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb / 12’ê Kanuna 2022.

Back to top button