QSD: Gelek hewldanên êrişên bejahî yên çeteyan hatin şkandin

QSDʹê ragihand, di çalakiyên bersivdayîna êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker de 18 çete hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSDʹê li ser çalakiyên şervanên QSDʹê yên bersivdayîna êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê daxuyaniyek weşand.

QSD’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kirin: ʹʹArtêşa Tirk a dagirker û komên çete li hember heremên me êrişên xwe bênavber didomînin.

Êrişên ku ji roja 19ʹê Mijdarê ve hîn berfirehtir bûn de bi piranî welatiyên sivîl û saziyên aborî û xizmetguzarî tên hedefkirin.

Li kêleka topbaranên ku her roj li hember heremê tên lidarxistin, hewldanên çeteyên dagirker yên êrişên bejahî jî çêdibin.

Di rojên borî de gelek hewldanên çeteyên dagirker hatin têkbirin.

QSD: Di çalakiyên bersivdayînê de 18 çete hatin kuştin

Di roja 4ʹê Kanûnê de, li bajaroka Til Temirê, ji gundê Dibsa ya ku li rojavayê bajaroka Til Temirê ye çeteyên dagirker xwestin êrişî herêmên me bikin.

Di encama bersivdayîna hêzên me de 4 çeteyên dagirker hat kuştin, ev hewldan jî êrişê hat têkbirin.

Di roja 5ʹê Kanûnê de, dîsa li bejahiya bajaroka Til Temirê, ji gundê Êrişa çeteyên dagirker hewldanek din kirin ku bikevin herêmên me.

Hêzên me bersiva vê êrişê da û di navbera çeteyên dagirker û yekîneyek me de pêvçûn derket.

Di encama vê pêvçûnê de 6 çete hatin kuştin. Her wiha 2 çekên AK-47, dûrbînek şevê û telefonek hatin desteserkirin.

Di roja 7ʹê Kanûnê de, komek çete yên ku li gundê Mişêrfa Ramo ya di navbera Til Temir û Serêkaniyê de ye, bi cîh bûbûn, hewl dan ku êrişê herêmên me bikin. Ev hewldana çeteyan hat têkbirin û di encamê pêvçûnan de 4 çete hatin kuştin.

Di roja 8ʹê Kanûnê de, li bejahiya bajaroka Zirganê, ji baregeha çeteyên dagirker a li gundê Bab El- Xêr hewldanek din ya êrişê çêbû. Di encama bersivdayinê hêzên me de 4 çete hatin kuştin, 6 çete jî birîndar bûn.

Di encamê de bi giştî 18 çete hatin kuştin, 6 çete jî birîndar bûn.ʹʹ

Back to top button