Şehîd Êriş Hemdûş li Kobanê bi merasîmekê hat oxir kirin

Endamê hêzên komandos şehîd Êriş Hemdûş li goristana Şehîd Dicle ya Kobanê bi merasimekê hat oxirkirin.

Şervanê Hêzên Komando Hemed Beşar binasnav Êriş Hemdûş di 9’ê Cotmehê de li navçeya Eyn Îsayê di êrişa hewayî ya dagirkeriya Tirk de şehîd bû.

Bi sedan welatiyên herêma Firatê, endamên sazîyan beşdarî merasima oxirkirina şehîd bûn.

Di merasîmê de endama rêveberiya Meclisa Navçeya Qinayê Suad Eldemir axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk -PYD’ê Ehemd Xoce kç axivî û bang li gelê herêmê kir ku xayinan ji nav xwe derxînin û rê nedin wan ku aramiya herêmê têk bibin.

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hate xwendin û cenazeyê wî bi dirûşmeyan hate oxirkirin.

Back to top button