Kombûna Jinên Zenûbiya li Tebqayê bi daxuyaniyekê Şehîd Hevrîn Xelef bibîr anî. Di daxuyaniyê de soza bilindkirina têkoşînê û berxwedanê hate dayîn.
Bi dehan jin beşdarî merasîma bîranînê bûn û mûm pêxistin.
Pişt re endama Kombûna Jinên Zenûbiya Nûr Huda Elqetran daxuyanî xwend û got: “Dewleta Tirk bi êrişên xwe dixwaze destketiyên şoreşa me têk bibe.”
Nûr Huda diyar kir ku Şehîd Hevrîn şehîda aştî, azadî û xwişk û biratiya gelan e û ji bo yekîtiya Sûriyê gelekî têkoşiya.
Nûr Huda da zanîn ku heman ziniyeta Hevrîn Xelef aramnc girt, Nagîhan, Zeyneb û Jîna jî armanc girt û got:
“Armancgirtina pêşengên civak û şoreşê şikandina vîna jinane û astengkirina pêşengiya wan ya ji civakê re ye.”
Di dawiyê daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.