Şêniyên Tirbespiyê îro li qadan û bi meşeke girseyî banga azadiya Rêber Ocalan kirin.
Li welat û derveyî welat bertekên li dijî tecerîda girankirî ya li dijî Rêber Ocelan zêde dibin.
Îro bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Tirbespiyê meşek hate lidarxistin.
Bi sedan pêkhateyên Tirbespiyê beşdarî meşê bûn.
Piştî meş veguherî mêtingê, endama Kongra Star a Tirbespiyê Asya Cuma axivî û komploya li dijî Rêber Ocalan şermezar kir.
Li ser navê Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hisên El-Sada jî bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî tecrîdê û êrişên dewleta Tirk ên li ser Sûrî û Iraqê şermezar kir.
Hisên El Sada banga hevgirtinê û rabûna li hember siyasetên dewleta Tirk heya hilweşandina pergala tecrîdê kir.