Rêzan Şêx Dilêr: Divê ne berjewendiyên partiyan, yê gelê Kurd bê esas girtin

Endama berê ya parlamentoya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr diyar kir ku gelek alozî û nakokiyên siyasî li Îraqê rû dane, ji ber wê divê aliyên Kurd xetek ji bo xwe çêbikin, partiyên siyasî li gorî berjewendiyên xwe bûne alîgirên tevgerên cuda yên Iraqê.

Destwerdanên dewletên serdest û welatên cîran di siyaset û hikumeta Iraqê de bûne sedema alozî û nakokiyên li Iraqê.

Partiyên Kurdan, jî bûne çend alî û her partî û alîgirên tevgerek Iraqê ne.

Endama berê ya parlamentoya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr rewşa Iraqê nirxandin û got:

Niha li Iraqê pirsgirêkên mezin di nava aşîrên cuda de hene.

Rêzan Şêx Dilêr: Kurd li hemberî parastina destûrê divê yekdeng bin

Rêzan Şêx Dilêr bi bîr xist ku Kurd beşek ji Iraqê ne.

Rêzan da diyarkirin ku ew rewşa Iraqê di berjewendiyên partiyan de ye mijar ne Kurd in, partî ye û wiha domand:

Partiyên siyasî li Başûrê Kurdistanê pirsgirêkên wan ên navxweyî hene çima çareser nakin: Gel di hikumet û desthilatdariyê de tu dengek negirtine û ev biryar ne di berjewendiyê gel de ye.

Rêzan Şêx Dilêr di dawiyê de got, Ger bêdengî û bê helwestî dewam bike, wê Tirkiye bombebarana xwe ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi dijwarti bi domîn e

Back to top button