“Bi têkoşînê em ê tecrîdê bişkînin”

Endamên Rêveberiyên Meclisa Herêma Rojava ya Dêrazorê li dijî tecrîdê derketin.
Endaman diyar kir ku bi têkoşînê wê dîwarên Îmraliyê bên hilweşandin.

Endamê Nivîsgeha Çandinî ya Meclisa Herêma Rojava ya Dêrazorê Ayiş El Remedan axivî û got:

“Kiriyarên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan komployeke li dijî tevahî gelan e.

Armanca me a bingehîn bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan e.”

Ayiş tekez kir ku em weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê têkoşîn û berxwedanê dewam bikin.

Endama rêveber a Nivîsgeha Jin a Meclisa Herêma Rojava, Rîm El Herîs jî dibêje:

Dewleta Tirk gelek sûcan li dijî gelan pêk tîne .

Rêber Abdullah Ocalan jî ji mafên wî yên herî hêsan mehrûm dike.

Nahêle ne parêzer ne jî malbat wî bînin û rewşa tenduristiya wî nas bikin.”

Back to top button