QSD: 121 ÇETEYÊN DAIŞ’Ê HATIN KUŞTIN Û 3 HEZAR Û 126 SIVÎL HATIN RIZGARKIRIN

Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê bi hemû hêza xwe dewam dike.

Navenda Ragihanda QSD’ê encama şerê dawî eşkere kir.

Li gorî vê, 121 çete hatin kuştin û 3 Hezar û 126 sivîl hatin rizgarkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê encama şerê dawî yê Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir.

Navendê di daxuyaniya xwe de ev agahî dan.

Li eniya Baxozê çeteyan êrîşeke berfirek li ser nuqteyên şervanên QSD’ê pêk anî.

Şervanan bersiv da û êrîş têk birin.

Di encamê de, hejmareke çete hatin kuştin.

Di saetên nîvro de, çeteyan bi hemû cureyên çekan êrîşî çeperên şervanên QSD’ê kirin.

Şervanan bersiv da û hejmareke çete hatin kuştin..

Tîmên taybet jî, mayinên çeteyan bê bandor kirin.

Şervanên QSD’ê di saetên êvarî de, operasyoneke dan destpêkirin.

Şervan 1 Km pêş ketin û 17 nuqteyên parstinê ava kirin.

Li aliyekî din şervanan 23 nuqteyên din ava kirin.

Çeteyên DAIŞ’ê li vê eniyê careke din êrîş kirin.

Şervanan bersiv dan û 4 saetan şer dirêj kir.

Di encamê de hejmarek çete hatin kuştin û erebeyek bombebarkirî hat teqandin.

Li vê eniyê, di dema çeteyan xwe amade dikirin ku êrîş bikin, şervanan operasyon li ser navendên wan pêk anîn.

Li vir gelek çete hatin kuştin û çeteyên din jî reviyan.

Balfirên Koalîsyonê jî, çend êrîşên hewayî li ser baregehên çeteyan pêk anîn.

Li eniya Hecînê di saetên sibehê de şerekî giran rû da.

Çeteyan êrîş kirin, şervanan bersiv da.

Di encamê de bi dehan çete hatin kuştin û çeteyên din jî cebilxaneya xwe hiştin û reviyan.

Şervanan 35 nuqte ava kirin.

Balafirên Koalîsyonê jî, baregehên çeteyan kirin hedef.

Çeteyan careke din êrîş kirin.

Şervanan bersiv dan û 2 KM pêş ketin.

Şervanên QSD’ê di çareçoveya pêşketina xwe de 3 Hezar û 126 sivîlên ku asê mabûn rizgar kirin û birin deverên bi ewle.

Heta kêliya amadekirina vê bîlançoyê jî şer dewam dikir.

Navenda Ragihandina QSD’ê li ser bîlançoya şerê eniyan jî ev agahî dan.

121 çete hatin kuştin.

44 baregeh hatin rûxandin.

7 rêyên leşkerî li çeteyan hat qutkirin.

3 Kilaşînkov, Çekek Spaghno

2 erbeyên bombarkirî ketin destê şervanên QSD’ê.

Çekek doçka û erebeyk hatin teqandin.

Navenda Ragihanda QSD’ê, diyar kir ku, di van şeran de, hejmareke şervanên wan birîndar bûne û li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Leave a Reply

Back to top button