TEV-DEM: Bi vê komkujiyê re lekeyek reş li dîroka dewleta Tirk zêde bû

TEV-DEM’ê bi daxuyaniyek cuda komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li Til Rifatê pêk aniye şermezar kirin û teqez kirin ku hêzên destûrê didin dagirkeriya dewleta Tirk jî berpirsyarê van sûcên şer in.

TEV-DEM’ê jî diyar kir ku bi vê komkujiyê re dewleta tirk lekeyek reş li dîroka xwe zêde kir.

TEV-DEM’ê ragihand ku piraniya kesên ku di topbarana dewleta Tirk de şehît bûne zarok in û li gorî qanûnên navnetewî ev sûcê şer e.

TEV-DEM’ê got, “Dewleta Tirk bi vê komkujiyê re îsbat kir ku ew dewletek terorîst e, li ser eniya civaka navdewletî jî lekek reş e û rêxistina UNICEF a kar û barên zarokan jî ji vê berpisyar e.”

Leave a Reply

Back to top button