Îbrahîm Qeftan: Divê Misir ji bo çareseriya Sûrî rola xwe ya diyarker bilîze

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm Qeftan ji bo rawestandina planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rola Misirê destnîşan kir.
Îbrahîm Qeftan got, “Misir kilîta çareserkirina aloziyên herêma Ereb e” û ji Misirê xwest ku nehêlê Tirkiye li herêmê dewleteke terorê ava bike.

Serokê Partiya Pêşerojê Îbrahîm Qeftan têkildarî bûyerên dawî yên Sûrî ji ajansa Hawarê re axivî.

Îbrahîm Qeftan ji bo çareseriya aloziya Sûriyê balkişand ser biryarên Cenêvê yên bi hêjmara 2118 û 2254 û dazanîn ku Rusya biryarên Cenevê pêşkeşî Soçê kir û bi vê yekê biryarên bingehîn ê Cenêvê gûherand.

Qeftan bibîrxist ku ev yek hewildanên çareseriya Sûrî zehmetir kiriye û got,

“Dewleta Tirk jî li ser vê aloziyê niha dixwaze ji bakûrê Sûrî heta bakûrê Iraqê, ango Musilê li herêmê dewleteke terorê avabike.”

Qeftan diyarkir ku divê dewletên Ereb û taybet jî Misir pêşî li projeyên Erdogan yê Mîsaqi Mîlî ango osmaniya nû bigrin û weha dewam kir:

“Divê Misir bersiva pilana Tirkiyê bide. Nexasim Misir ji aliyê hikumeta Erdogan a “îxwanî” ve tê hedefgirtin û “îxvanî” di heman demê de hewldana têkbirina aramiya dewletên Ereb jî dike. Her kes dizane ku Tirkiyê rasterast destwerdana Lîbya û dewletên Ereb yên li herêmê dike. Ji ber vê yekê muhteml e ku Misir qibleya çareseriya aloziya herêma Ereb be.”

Serokê Partiya Pêşerojê Îbrahîm Qeftan destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ku ji Qibrisê derneket nafikire ji Sûriyê jî derkeve û li dijî vê xetereyê bang li dewletên Ereb, dewletên herêmê û yên cîhanê kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û guhartina demografiyê rawestin.

Îbrahîm Qwftan bang li hikumeta Sûriyê jî kir ku dev hişmendiya xwe ya beriya 2011’an berde û ji bo Sûriyeke demokratîk were avakirin bikeve nav tevgere.

Leave a Reply

Back to top button