Ji Kobanê heta Minbic û Şehba tên topbarankirin

Îro hefteyek derbas dibe ku dagirkeriya Tirk herêmên bakur û Rojhilatê Sûriyê bê ser û ber topbaran dike. Car din ji gundên Dêrikê ta bi Şehba rastî topbarana dijwar hatin. Di topbaranan de cih û malên sivîlan, binesaziya herêmê bi giştî hatin hedefgirtin.

Ev hefteyeke bê navber bakur û rojhilatê Sûriyê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve tê topbaran û bombebarankirin..

Mîna rojên derbasbûyî, îro jî gundên Kobanê, Şehba, Minbic, Til Temir û Dêrikê bûn hedefa dagirkeriyê.

Ji seatên sibehê ve, gundên Ziyaretê, Zorava, Beyadê, Çariqlê, Zormixar û Koranê yên Kobanê bi çekên giran tên topbarankirin..

Li gorî agahiyên ji herêmê, di topbarana li gundê Çariqlê de leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû.

Artêşa Tirk, ji baregeha xwe ya li gundê Şêx Nasir a li başûr rojavayê bajarê Cerablusê yê dagirkirî jî gundê Yalinlî yê Minbicê topbaran kir.

Gundên Efrîn û Şehba jî mîna her roj rastî topbaranê hatin.

Artêşa têşa Tirk a dagirker ji duh şev ve gundê Bênê yê navçeya Şêrawa û gundê Şewarxa û Elqemiyê yên navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî topbaran dike.

Gundên Dêrikê û Til temir rastî êrişê hatin

Dagirkeran Gundên Zihêriyê û Xirab Reşkê yên herêma Beravê û Eyn Dîwarê yên Dêrikê bi çekên giran topbaran kirin.

Dîmen ê endîwerêne. ser watsapp heye û bi kar bînin.

Tevgera balafirên şer jî li ser navçeyê her hebû.

Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran gundên navçeyên Til Temir û Eyn Îsa jî topbaran kirin.

Gundên Şêx Elî, Dirdara, Um El Kêf, Gûzeliyê, Eboş, Şêx Elî û Til- libin ên navçeya Til Temir bi çekên giran hatin hedefgirtin..

Hemwextî wê, gundê Seyda yê li bakurê navçeyê û kampa Eyn Îsa ya li rojavayê wê rastî gulebaranê hatin.

Back to top button