“Bersiva herî mezin ji tecrîdê re pêkanîna fikrê Rêber Apo ye”

Li bajarê Hambûrg ê Almanyayê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava, civîna gel hat lidarxistin.

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk -PYD’ê Asya Abdullah û parêzerêzerê Rêber Apo Mahmût Şakar tevlî civînê bûn.

Di civînê de ewilî parêzerê Rêber Apo Mahmût Şakar axaftina vekirinê kir û got:

“Bi komploya li dijî Rêber Apo, xwestin li Rojhilata Navîn konseptek nû têxin dewrê.

Şerê cîhanê yê sêyemîn bi vê komployê hatiye destpêkirin.

Bersiva herî mezin a li dijî tecrîdê, xwedîderketina paradîgmaya Rêber Apo ye.

Asya Abdullah: Ji bo em sedsaleke din wenda nekin divê em bibin yek

Piştre Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah jî axivî û ev tişt anî ziman:

“Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd pêwîste ewilî tecrîd ji holê rabe.

Divê gel siyaseta xwe li ser bingehên rast ava bike.

Em bi hêza xwe, bêyî ku xwe bispêrin kesekî têkoşîna xwe dimeşînin.

Ên ku îro ji ber berjewendiyên xwe li ba me radiwestin, dibe ku sibe li ba me nesekinin.

Divê li hemberî vê yekîtiya neteweyî pêk were. Em naxwazin sedsalek din winda bikin.”

Li gelek bajarên Ewropa li dijî tecrîdê stand hatin danîn

Back to top button