Başûrê Kurdistanê ji bo rojnamevantiyê cihekî ne ewle ye

Revandin, girtin û zextên PDK′ê, nîşan didin ku Başûrê Kurdistanê ji bo rojnamevanan û karê rojnamegeriyê cihekî ne ewle ye.

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) di gelek boneyan de bal kişand ser binpêkirinên li Başûrê Kurdistanê yên li dijî rojnamevanan.

25′ê Cotmehê rojnamevan û edîtorê beşa erebî yê Ajansa Rojnews′ê Silêman Ehmed dema ji Sûriyê diçû Başûrê, li deriyê Sêmalka ji aliyê desthilata PDK′ê ve hat revandin.

RSF′ê, bi peyamekê li ser X’ê parve kir, bertetk li ser girtina Silêman Ehmed nîşan da û got:

“Silêman Ehmed ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê ve li ser sînorê Sûriyê hate girtin.

Divê hêzên emnî yên Kurdistanê Rojnamevan Silêman Ehmed berdin.”

Sazî û rêxistinên ku binpêkirinên li dijî rojnamgeriyê li Başûrê Kurdistanê dişopînin, diyar dikin ku azadiya rojnamgeriyê paş ketiye.

12 Rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayên girtin

Back to top button