Li Sîba Şêx Xidir ya ji nûve ava dibe dewreya perwerdê hat vekirin

Li Sîba Şêx Xidir ya Şengalê ji aliyekî ve vegera koçberên Êzidî, li aliyekî din dewreyeke perwerdeyê ya fikrî ji bo endamên saziyan hatiye vekirin û berdewam dike.

Li navçeya Sîba Şêx Xidir ya ser bi Şengalê xebatên ji nûve avakirinê û çêkirina binesaziya bajêr dewam dikin.

Yek ji herêmên ku herî zêde di dema êrîşên DAIŞ’ê de wêran bûye jî Sîbaye.

Lê di nava salê de hejmareke zêde ya koçberên li kampên Başurê Kurdistanê vegeriyan ser malên xwe.

Rêveberiya Xweser a Şengalê jî dest bi vekirina saziyên xwe yên xizmetê û xwerêvebirinê ji bo Sîbayê kirin.

Di vê çarçoveyê de hem Meclîsa Gel a Sîba Şêx Xidir, hem Şaredariya Gel hate vekirin.

Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê jî ji bo rêxistinkirina ciwanên vedigerin ser malên xwe di nava liv û tevgerê de ye.

Cara yekeme dewreyeke perwerdeyê ya fikrî ya 15 rojî li navenda Sîbayê tê vekirin.

Dewre ji 25 kesan ku jin, ciwan û kesên bi temen yên ji Şaredariya Gel, Meclîsa Gel û Ciwanan pêktê, birêve diçe.

Bêşdarên perwerdê bi kefxweşiyek mezin tevlî perwerdê bûn.

Back to top button