Destê Tirkiyê di Lîbyayê de ye.. Misir: Danûstandin bi terorê re nabe

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê kuştina 5 sivîlan bi bombebaraneke Tirkî teqez kir. Hikûmeta Misirî jî teqez kir ku wê bi komên teror ên girêdayî Tirkiyê re wê ti çareserî li Lîbyayê pêk neyê.

Îro Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî bi daxuyaniyekê ragihand ku “balafirên Tirkî devera Nesme li başûrê bajarê Mezda kir armanc, di encamê de, 5 sivîlan jiyana xwe ji dest da..

Ehmed Mismarî teqez kir ku “dewleta Tirk hîna tawan û sûcên şer li dijî gelê Lîbî pêk tîne û sivîlan dike armanc”.

Li gorî Mismarî, hikumeta Wîfaqê ev yek girte ser xwe, bi idiaya ku wan kamyoneke leşkerî kiriye armanc.

Berdevkê Artêşê her wiha anî ziman ku “Tirkiye berê vê yekê jî, kamyonên xwarin û tenduristiyê li gelek deveran bomebaran kirine”.

Wezareta Derve ya Misirê jî li ser girîngiya Artêşa Niştimanî di şerê dijî komên teror di Lîbyayê de teqez kir.

Wezareta Derve ya Misirê diyar kir ku bi komên teror ên ku piştgirya xwe ji dewleta Tirk dibin, wê danûstandinên ji bo pêşeroja Lîbyayê ti carî pêk neyên.

Back to top button