PYD’ê salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir

PYD’ê diyar kir ku destkeftiyên Kurdistanê berhemên Pêngava 15’ê Tebaxê ne.

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê salvegera 39′. a Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir.

PYD’ê got: ”Pêngava 15’ê Tebaxê berhema têkoşînê ya ku ji Newroza 1973’yan ve dest pê kiriye.

Pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê wekî ragihandina têkoşîneke çekdarî ya ji rêzê ye, bi qasî ku di aliyê raman, qadên têkoşînê, çand û girêdana bi nirxên mirovî û demokrasiyê de duryanek di rêgeha jiyana gelê Kurd û gelên Mezopotamyayê de ye.”

PYD’ê daxuyand ku zanebûn, birêxistinbûn, destkeftiyên siyasî, dîplomasî û çandî ku li her çar aliyên Kurdistanê û derveyî wê hatine bidestxistin berhemên Pêngava 15’ê Tebaxê ne.

PYD’ê di dawiyê de soz da şehîdan û rêber Apo ku ew ê bi xet û têkoşîna wan ve girêdayî bin, heta ku xeyalên wan ên azadiya gelan û jiyana hevbeş a li gorî projeya neteweya demokratîk bi cih bînin.

Back to top button