Polîsên dewleta Tirk êrişî bîranîna Komkujiya Sêwasê kirin

Polîsên faşîst ê dewleta tirk a dagirker tehemûla wan li hember kurdan û elewiyan nîne.
Polîsên dewleta Tirk a dagirker doh bi boneya Komkujiya Sêwazê li navçeya Sarigazî ya Stenbolê çalakiya bîranînê hat lidarxistin, polîsan êrîşê bîranînê kirin.

Bi boneya 30’emîn salvegera Komkujiya Sêwazê ji aliyê Komîteya Amedekar a Sarigazî ve çalakiya bîranînê hat lidarxistin,

Polîsan dewleta tirk a dagirker êrîşê bîranînê kirin.

Polîsan bi hinceta hilgirtina wêneyê şoreşgerê pêşeng Îbrahîm Kaypakkaya, êrîşê meşa ku li Kolana Demokrasiyê kirin.

6 kes bi êşkenceyê hatin binçavkirin.

Alîkarê Midûrê Emniyeta Stenbolê Hanifî Zengîn jî bi gotina, “Gelo kesek heye ji me re tîştek bibêje?” gef li girseya ku bertek nîşanî pêkanînên kêfî dan, xwar.

Girse ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin û hewl hat dayîn çapemeniyê asteng bikin. Rojnameger Emre Orman ku dîmen digirt, hat binçavkirin.

Back to top button